Êrişên Tirkiyeyê: 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane

19-01-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê, li Rojavayê Kurdistanê 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane.

Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê Ekrem Silêman ragihand ku ji ber êrişên artêşa Tirkiyeyê û bombebaranên li ser jêrxana Rojavayê Kurdistanê, 3 hezar û 190 gund bê elektrîk mane.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Ofîsê ve hatine belavkirin, artêşa Tirkiyeyê li Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Amûdê û Qamişloyê santralên karebayê bombebaran kirine û ev satral bi temamî ji kar ketine.

Gundên ku elektrîka wan qut bûye, girêdayî Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Koçer, Til Hemîs, Eyn Îsa û Kobaniyê ne.

Ji ber bombebaranên artêşa Tirkiyeyê û qutbûna elektrîkê, bîrên avê yên li devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî rawestiyane û av nayê derxistin.

Li gorî zanyariyan, ji ber qutbûna elektrîkê, ji 450 bîrên avê tenê ji 124 bîran av tê derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst