AMED - Qaymeqam bi mîkrofonê li melê xist: 'Ma tu terorîst î?'

Hewlêr (Rûdaw) - Li mizgefteke navçeya Pasûrê ya Amedê, qeymeqam bi mîkrofonê li mele xist û jê re got, “Ma tu terorîst î?”

Li gorî agahiyan, qeymeqamê navçeya Pasûrî ya Amedê Burak Akeller piştî nimêja îniyê çû gel meleyê mizgeftê û bi mîkrofonê lê xist.

Hat zanîn ku Akeller, bi hinceta ku şêweyê xudbeya mele neecibandiye lê xistiye.

Mîkrofona wî jî biriye

Piştî bûyerê, meleyê bi navê M.K. rapora derbê wergirtiye û giliyê qeymeqam kiriye.

Li ser giliyê mele, parêzvanên qeymeqam careke din li mele xist û mîkrofona wî birine.

“Ev serserîtiye”

Serokê giştî yê Diyanet-Senê Alî Yildiz li ser bûyerê daxuyanî da.

Yildiz di daxuyaniya xwe de behsa qeymeqam kir û got:

“Qeymeqamê Pasûrê... Tu qeymeqam î yan pêxwas î?

Li navçeya Pasûrê Serokê me yê navçeyê Diyanet-Senê hevalê me yê îmam-xetîp, li pêşiya civatê, xudbeya ku Serokê Karûbarên Olî amade kiriye xwend.

Lewra midaxelekirina kirêt a li hevkarê me provakasyon e.

Piştî nimêjê bi alîkariya parêzvanên xwe, mele birine odeyekî û tundî lê kirine. Ev serserîti ye.

Em dizanin ku piştî tundiyê parêzvanên wî çûne û mîkrofon birine.

Em dê derbarê bûyerê de bi parêzgariyê re biaxivin û bûyerê jî ji nêz ve bişopînin.”