MÛŞ – Du zarok daliqandî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Gimgimê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê du zarokên keçik daliqandî hatin dîtin.

Xwendekarên pola heştan ên 14 salî yên bi navên P.A. û Z.T. li mala terkkirî ya bavê P.A.yê daliqandî hatin dîtin.

Bûyerê li Taxa Kulturê ya Gimgimê rû da, piştî ku P.A. û Z.T. heta êvarê neçûn male xizmên wan li wan geriyan.

Li gorî nûçeya DHAyê, Cemal A.yê bavê P.A.yê, li mala xwe berdayî her du zarok daliqandî dîtin.

Piştî agahîdayîna Cemal A. tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du zarok mirine.

Termên her du zarokan pêşî veguhastin nexweşxaneyê û ji wê de rê birin Saziya Tiba Dadî ya Mûşê.

Li aliyê din, li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.