Kesûkarên qurbaniyên êrişa Mêrdinê dixwazin bûyer bê zelalkirin

19-01-2023
RÛDAW
Kesûkarên qurbaniyên êrişa Mêrdinê dixwazin bûyer bê zelalkirin
Kesûkarên qurbaniyên êrişa Mêrdinê dixwazin bûyer bê zelalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birîndarê bûyera êrîşa li Mêrdînê Ehmed Celaledîn Îbrahîm ê 45 salî ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da û bi vî awayî hejmara qurbaniyan bûn 5 kes. Ji aliyê din ve kesûkarên qurbaniyan jî daxwaze dikin ku hikûmeta Tirkiyê vê bûyerê ronî bikin. Herwiha daxwazê ji hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku vê bûyera ku bi serê hemwelatiyên wan de hatiye bişopînin û bi hemû hêza xwe hewl bidin berpirsan bibînin.

Li gor agahiyên Rûdawê, Ehmed Celaledîn Îbrahîm ku weke Mele Ehmed Rêkanî jî dihat naskirin, ji ber rewşa wî ya giran bo nexweşxaneya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê hatibû veguhastin, lê belê tevî hewldanên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Di heman êrîşê de 4 welatiyên din ên ji Duhokê canê xwe ji dest dane ku yek ji wan dayika Mele Ehmed Celaledîn e û navê wê Wahîde Heyder Casim (63 salî) ye.

Sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.

4 kes hatin desteserkirin

Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyekê de ragihand, derbarê bûyera kuştina 4 welatiyên Iraqî (Herêma Kurdistanê) û birîndarkirina kesekî din de, 4 kesên berşik bi navên M.Ş, F.A, A.Y û A.K hatine desteseririn.

Parêzgariya Mêrdînê herwiha daye xuyakirin, ku lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in.

Du meleyên naskirî li Duhokê

Hate zanîn ku Ebdullah Salih Mistefa Mamîsî yê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da li Duhokê mela bû û bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Halid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re çûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê.

Wahîde Heyder Casim li Amedê randevûya doktor hebû û bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Herbî Celaledîn Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, birayê wî yê mezin Ehmed û Ebdullah Salih Mistefa melayên navdar ên Duhokê ne.

Gule li serê wan hatine xistin

Herbî Celaledîn Îbrahîm diyar kir ku danê êvarê şev seat 23:00an telefonî wî kiriye, ew li xwaringehekê ji bo xwarinê rawestiyane û ji wan re wêne şandine.

Bi gotina Herbî Celaledîn Îbrahîm kesên di otomobîlê de hatine kuştin, gule li serê wan hatine xistin û got: “Dayîka min Wehîde Heyder Casim mir, birayê min Ehmed birîndar e (Ew jî mir). Her roj gelek kes ji Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin. Dewleteke mezin wek Tirkiyê ji ewlekariya mêvanên xwe berpirsiyar e. Hêviya me ji hikûmeta Tirkiyê ew e ku di zûtirîn dem de ev bûyer bê ronîkirin. Dîsa divê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê vê bûyera ku bi serê hemwelatiyên wan de hatiye bişopînin û bi hemû hêza xwe hewl bidin berpirsan bibînin.”

Herbî Celaledîn Îbrahîm da zabnîn ku birayê wî Ehmed û Ebdullah Salih Mistefa li Duhok du melayên naskirîbûn û got: “Çima hatin kuştin? Kê ev tawan kiriye? Erka hikûmetên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê ye ku vê bûyerê ronî bikin.”

Wehîde Heyder Casim dayîka bêjera berê ya Rûdawê bû

Bêjera berê yê Rûdawê Hawar Celaleddîn Îbrahîm a keça Wehîde Heyder Casim ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû jî got: “Diya min bi min re li Hewlêrê dijiya. Piştî derbasbûna deriyê sînor ji me re wêne şandin. Ev bûyer ji bo me weke şok bû. Otomobîl wernegeriya, ev ne qezaya trafîkê ye. Ev kes ji otomobîlê hatine derxistin û paşê hatine kuştin. Yên hatine kuştin kesên pîr û kal in. Birayê min Ehmed li Duhokê kesekî naskirî ye. Dijminatiya wî bi kesî re nebû. Diya min jî di halê xwe de bû. Malbata din jî wisa ye. Em xizmên hev in, dijminatiya wan bi kesî re nîne. Em ji bo wan jî gelek xemgîn in.”

Hawar Celaleddîn Îbrahîm jî bang li Enqere, Bexda û Hewlêrê kir û got: “Ev ji bo Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê berpirsyariyeke mezin e. Çawa ev mirov bi vî rengî li ser rêyek kamera li her derê hene têne kuştin, divê were eşkerekirin. Ev ne tenê ji bo me, ji bo gelê me jî bû şok. Ji ber ku her roj bi hezaran kes bi mebestên cuda berê xwe didin Tirkiyê. Kuştina wan bi vî awayî normal e? Ji ber vê yekê divê di zûtirîn dem de berpirsyar bên dîtin.

Di sala 1988an de di bavê hat kuştin lê heta niha jî em nizanin ji aliyê kê ve hatiye kuştin. Wê demê Duhok di bin kontrola rejîma Baes de bû û kujerên bavê min nehatin dîtin. Her wiha wendakirina dayika min ji bo me êşek mezin e. Baş e, bavê min di dema şer de hat kuştin. Diya min, birayê min û yên din çi ye? Li her derê kamera hene, yên hatin û derketin diyar in. Li Tirkiyê lêpirsîn hat destpêkirin. Li Duhokê jî lêkolîn tê kirin. Parêzgarê Duhokê Elî Teter bi xwe jî beşdar e. Hêvîdar im ku di demek nêzîk de, ji vî alî yan ji aliyê din ve kujer bên dîtin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst