Birîndarê êrîşa Mêrdînê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Birîndarê bûyera êrîşa li Mêrdînê Ehmed Celaledîn Îbrahîm ê 45 salî ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Di êrîşa îro ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de Ehmed Celaledîn Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû û bo nexweşxaneyê hatibû veguahstin.

Li gor agahiyên Rûdawê, Ehmed Celaledîn Îbrahîm ku weke Mele Ehmed Rêkanî jî dihat naskirin, ji ber rewşa wî ya giran bo nexweşxaneya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê hatibû veguhastin, lê belê tevî hewldanên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Di heman êrîşê de 4 welatiyên din ên ji Duhokê canê xwe ji dest dane ku yek ji wan dayika Mele Ehmed Celaledîn e û navê wê Wahîde Heyder Casim (63 salî) ye.

Sê kesên din ji malbatekê ne û navê wan Hacî Ebdullah (65 salî), Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah û Hindirên Ebdullah keça wan e.

Parêzgariya Mêrdînê di daxuyaniyekê de ragihand, derbarê bûyera kuştina 4 welatiyên Iraqî (Herêma Kurdistanê) û birîndarkirina kesekî din de, 4 kesên berşik bi navên M.Ş, F.A, A.Y û A.K hatine desteseririn.

Parêzgariya Mêrdînê herwiha daye xuyakirin, ku lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in.