Li Erzeromê jinek bi gule hat birîndarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Palandokenê ya ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ve gule li serê jinekê hat xistin û birîna wê giran e.

Îro Pêncşemê 19ê Çileya 2023ê li kolana Yeşil Hark a Taxa Abdurahman Gazi di avahiyekê de dengê guleyê hat bihîstin, li ser vê yekê welatiyan polîs ji rewşê agahdar kirin.

Polîsên ku bo cihê bûyerê hatin şandin dîtin ku jina bi navê Meryem H. ya 21 salî ji serê xwe birîndar bûye û birîna wê jî giran e.

Jina birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk hat veguhestin û hatiye ragihandin ku rewşa wê ya tendirustiyê ne baş e.

Li gor şahidhalan, ew jin û hevjînê xwe li ber ji hev berdanê (telaq) bûne û hevjînê wê vê sibê hatiye mala wê û bilez ji malê derketiye û çûye.

Heta niha agahiyên zêdetir û hûrgiliyên bûyerê nayên zanîn. Herwiha kesê ew jin birîndar kiriye hêj nehatiye desteserkirin.