Di salekê de milyonek geştyar serdana Amedê kirine

19-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di sala 2022an de zêdeyî milyonek geştyar serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kirine.

Li gor amarên Rêveberiya Çand û Geştyariyê ya Amedê, sala 2022ê rêjeya geştyarên serdana parêzgeha Amedê kirine bi qasî %25 zêde bûye û gihiştiye milyonek û 70 hezar û 436 kesan.

Parêzgarê Amedê Ali Îhsan Su ragihand ku sala 2022ê milyonek geştyaran serdana Amedê kirine ku %10ê wan geştyarên biyanî ne.

Li parêzgeha Amedê bi taybetî Sûrên Amedê, Baxçeyên Hevselê û Kela Zerzevanê bala geştyaran dikşînin.

Serokê Giştî yê Otela Plaza Osman Kaya jî got: “Sala 2022ê milyonek û 70 hezar û 436 kes li otelan mane û hêviya me ew e ev hejmar sala 2023ê bigihe 2 milyon kesan.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst