Kiliçdaroglu: Kujerên Malbata Şenyaşar bihêz bûn ji ber wê 8 dozgeran doz venekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ji ber kesên endamên Malbata Şenyaşar kuştine bihêz bûn 8 dozgeran nekarîn dozê vekin û got: “Divê hemû civak xwedî li wê dayikê (Emîne Şenyaşar) derbikeve. Dibêje ez dadmendiyê dixwazim. Divê em hemû li dijî neheqiyê serî rakin û rê nedin neheqiyê.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ligel rihsîpî mixtar û nûnerên saziyên civaka sivîl yên wê parêzgehê civiya.

Kiliçdaroglu piştî civînê gotarek pêşkêşkir û li ser mijarên di rojevê de axivî .

Kiliçdaroglu amaje bi rewşa Malbata Şenyaşar a  ji parêzgeha Rihayê Bakurê Kurdistanê da ku 3 endamên malbatê ji aliyê zêrevanên Parlamenterekî  AK Partiyê  ve  hatibûn kuştin û got: “ji bo ku  kesên ew kuştine bihêz bûn 8 dozgeran doz venekirin.”

Kiliçdaroglu behsa Emîne Şenyaşar kir ku hevjîn û 2 kurên wê hatine kuştin û got: “Dayik bi Tirkî nizane, li ser kaxizek dadmendî nivîsîne, li pêşiya dadgehê rûniştine û dadmendiyê dixwazin. Divê hemû civak xwedî li wê dayikê derbikeve.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Malbata Şenyaşar, nêzîkî we ye. Li navçeyeke Rihayê ye. 2 kur û hevjînê wê hatin kuştin. Li nexweşxaneyê tûp li serê hevjînê wê xistin û kuştin. Dayik bi Tirkî nizane, li ser kaxizekê dadmendî nivîsîne, li pêşiya dadgehê rûniştine û dadmendiyê dixwazin. Lê ji bo ku  kesên ew kuştine bihêz bûn 8 dozgeran doz venekirin. Ez çûm cem wê dayikê. Min ew dayik  hemmêz kir û  min got  ez dê mafê te biparêzim. Divê dadmendî bê. Lê divê hemû civak xwedî li wê dayikê derbikeve. Derdê xwe dibêje, ez Kurdî nizanim, werger dikin. Dibêje ez  dadmendiyê dixwazim. Divê em hemû li dijî neheqiyê serî rakin û rê nedin neheqiyê. Eger em rê bidin neheqiyê em nabin civakekî pêşketî.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 682 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne.

Doza malbata Şenyaşar

Doza malbata Şenyaşar wek du bûyerên cihê bûyera li dikanê û bûyera li nexweşxaneyê ji hev hatin cudakirin. Doza derbarê bûyera dikanê de ku kurê malbata Şenyaşar û birayê Parlamenter Yildiz Mehmetşah Yildiz hatibûn kuştin bi hinceta ewlekariyê bi Meletiyê hatibû veguhestin.

Sêyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê 2ê Nîsana 2022an bi hinceta kuştina Mehmetşah Yildiz 37 sal û 9 meh ceza da Fadil Şenyaşar û bi hinceta kuştina Cemal Şenyaşar 18 sal ceza da Enver Yildizê birayê Îbrahîm Halil Yildiz.

Piştî derbasbûna 4 salan di ser bûyera li nexweşxaneya Sirûcê ya kuştina 2 endamên malbata Şenyaşar re bi biryara Dadgeha Rihayê 22ê Nîsana 2022an 9 kesûkarên Îbrahîm Halil Yildiz  hatibûn desteserkirin.

Di encama darizandina wan 9 kesan de Dadgeha Rihayê derbarê birayê Parlamenterê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halil Yildiz, Celal Yildiz û 3 kesên din ên bi navên Muslum Yildiz, Îbrahîm Şîmşek û Mîkaîl Şîmşek de biryara girtinê da. Dadgehê herwiha 5 kêsên din jî bi mercê kontrola dadî serbest berdan.

Di vê dozê de derbarê 19 bersûcan de bi tawanê kuştina Haci Esvet û Adil Şenyaşar û birîndarkirina Ferît û Mehmet Şenyaşar cezayê girtîgehê tê xwestin û tê çaverêkirin ew dosya û dosyeya êrîşa li cihê kar bibin yek dosya. Doza malbata Şenyaşar wek du bûyerên cûda, bûyera li dikanê û bûyera li nexweşxaneyê ji hev hatibûn cudakirin.

Doza derbarê bûyera dikanê de ku kurê malbata Şenyaşar û birayê Parlamenterê AKPê Halîl Îbrahîm Yildiz, Mehmetşah Yildiz hatibûn kuştin, bi hinceta ewlekariyê bo Meletiyê hatibû veguhestin. Di doza bûyera nexweşxaneyê de jî ku Mehmet Şenyaşar birîndar bûbû di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de 34 kes tespît kiribûn lê Serdozgeriyê 14ê Cotmeha 2022an derbarê 19 kesan de biryar da ku neyên şopandin.

Li gor îddîayan di encama lêkolîna li nexweşxaneyê de; li ser tupê oksijenê yê ku di kuştina hevjînê Emine Şenyaşar de hatiye bikaranîn de şopên DNA ya 19 kesan nehatiye dîtin û di kamerayên nexweşxaneyê de jî ev kes xûya nakin.