Nasnameya qurbaniyekî êrîşa dronî ya li Qamişlo eşkere bû

Hewlêr (Rûdaw) - Nasnameya qurbaniyekî êrîşa duh ya bombekirina otombêlekê bi droneke Tirkiyê li ser riya Qamişlo-Dêrik li nêzîk Tirbespiyê eşkere bû, ew jî Ehmed Izet Miso Mihemed e.

Îro jî Tirkiyê bi dronekê cihek li bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Derbarê encamên bombebaranê û cihê hatiye bombebarankirin de zanyarî nehatine bidestxistin û herwiha  derbarê vê bombebaran Tirkiyê de heta niha Rêveberiya Xweser jî tu daxuyanî nedaye.

Ji aliyê din ve Nasnameya qurbaniyekî êrîşa duh ya bombekirina otombêlekê bi droneke Tirkiyê li ser riya Qamişlo-Dêrik li nêzîk Tirbespiyê eşkere bû.

Kesekî canê xwe ji dest daye navê Ehmed Izet Miso Mihemed e.

Pismamekî Ehmed ji Rûdawê re got, pismamê wî ne serbaz bû, wek sivîlekî li cem HSDê kar kiriye, di êrîşa drona Tirkiyê de li nêzîkî gundê Meşûqê canê xwe ji dest daye.

Heta niha ne HSDê û ne Asayişa Rêveberiya Xweser tu daxuyanî li ser wê êrîşê nedane.