Li Mêrdînê êrîş: 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatin kuştin.

Çavkaniyeke taybet ji Nexweşxaneya Nisêbînê Îro 19ê Çileya 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, 4 kesên ji malbateke Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatine kuştin û kesek jî bi giranî birîndar e.

Kesê birîndar ji ber giraniya birînên xwe ji Nexweşxaneya Nisêbînê bo Mêrdînê hatiye şandin.

Wê çavkaniyê got “kesên di otomobîlê de hatine kuştin, gule li serê wan hatine xistin.” 

Herwiha got hêzên ewlekariyê li cem wan telefona kesûkarên qurbaniyan kirine û wan gotine ku ew xelkê Duhokê ne. Lê medyaya Tirkiyê dibêje, di bûyerê de 3 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

 

 

Qurbanî ji du malbatên Duhokê ne

Peyamnêrê Rûdawê yê li Amedê Maşallah Dekak ragihand, li gor agahiyên hatine bidestxistin, di bûyera li navçeya Nisêbîn a Mêrsînê de 4 welatiyên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar e.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê Nasir Elî jî got, kesên ku li Nisêbîn a Mêrsînê rastî êrîşeke çekdarî hatine, ji du malbatên Duhokê ne û xelkê devera Rêkanê ne.

 

 

Nasnameya kesên kuştî û birîndar

Li gor agahiyan, di bûyerê de Wehîde Heyder (65 salî), Hacî Ebdullah (65 salî), Hind Ebdullah keça Hacî Ebdullah û Çîmen Şahîn hevjîna Hacî Ebdullah hatine kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê herwiha diyar kir, di bûyerê de Mela Ehmed Bêzelî (44 salî) kurê Wehîde Heyder bi giranî birîndar bûye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, dayika Mela Ehmed Rêkanî, Wehîde Heyder nexweş bûye û ji bo serdana pizîşk û dermankirinê çûbûne Tirkiyê.

Heta niha nayê zanîn ku êrîş ji ber çi sedemê hatiye kirin.

Polîs û hêzên emnî yên Tirkiyê yên li navçeya Nisêbînê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Ji bo doktor çûbûne Amedê

Birayê Ehmed Celaledîn Îbrahîm, Dr. Faris Celaledîn Îbrahîm Bêzelî ji Rûdawê re ragihand, dayika wan Wehîde Heyder û birayê wî Mele Ehmed randevuya doktor hebûn û ji ber wê yekê serdana Amedê kiribûn.

Dr. Faris got, “Êvarê derdora saet 11:00’an bi me re axivîn. Li xwaringehekê rawestiyabûn. Piştre ev êrîş pêk hat. Wesayît hatiye sekinandin û ew ji otomobîlê derxistine û kuştine. 3 kesên din li cihê bûyerê mirin. Birayê min û dayika min jî rakirin nexweşxaneyê. Diya min li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”

Birayê Mele Ehmed û kurê Wehîde Heyderê, Dr. Faris Celaledîn diayr kir, “Dayika min diçû cem doktorê çavan. Birayê min li zanîngeha Dîcleyê xwendibû, li Duhokê kesekî navdar e. Divê ev bûyer çawa qewimî were eşkerekirin.”

 

 

 

Tê nûkirin...