Duran Kalkan: Demirtaş û her kes dê hesabê bidin Îmraliyê

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan PKK Duran Kalkan Îmralî Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezrînerên PKK'ê Duran Kalkan, derbarê daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Erdogan a ku gotibû “Yê li Edîrneyê dê hesabê herî mezin bide yê li Îmraliyê” got, “Ne tenê Selahattîn Demîrtaş, her kes, em hemû dê hesabê bidin Îmraliyê. Herî zêde jî yê vê gotinê dibêje dê hesabê bide helbet.”

Karvedana li bermaber daxuyaniya heftiya bihorî ya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ya di civîna koma partiya xwe ya parlementoyê de berdewam e.

Erdogan di axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku di navbera Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, bêyî ku navên wan eşkere bike, lihevkirinek heye.

Erdogan got, "Yê li Edîrneyê dê hesabê herî mezin bide yê li Îmraliyê. Tê fikirîn ku niha her der xweş e. Ne wisa ye. Di nava xwe de bicihbûneke cuda heye û ew dê vê rûniştinê jî bikin."

‘Her kes dê hesabê bide Îmraliyê’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan, di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyoneke nêzî wê rêxistinê de diyar kir ku Îmralî girtîgehek e ku bi qanûnê nehatiye avakirin.

Kalkan got, “Her çend desthilatdariya AKP-MHPê Îmraliyê birêve dibe jî, rola wan bi rastî pasewanî ye. Bi rastî Îmralî zindaneke navneteweyî ye, odeyeke rehîneyê ye.”

Kalkan derbarê gotinên Erdogan ên di rojevê de wiha got:

“Belê, pêwîst e hesab ji Rêber Apo re bê dayîn. Her kes dê hesabê bide Îmraliyê. Îşkence û tecrîda li Îmraliyê 23 sal in bi vî rengî tê girtin. Berpirsiyarê vê yekê her kes e. Ev îrade, zîhniyet, fikreke azadiyê ye ku ji bo her tiştê ku li wir pêk tê dê çareseriyê bîne. Hiştina wî bi vî rengî, helbet berpirsiyariyê bi xwe re tîne. Lewma erê ne tenê Selahattin Demirtaş, her kes, divê em hemû hesabê bidin Îmraliyê. Ger em bi vî rengî tevbigerin, dê kî herî zêde bide? Ji xwe yê ku ev soz daye, Tayyîp Edogan wê bide. Kesê ku li Îmraliyê zilm û tecrîdeke wiha giran kir û xwest Îmraliyê bi navê desthilatdariya xwe bi kar bîne, di rastiyê de herî zêde li Îmraliyê berpirsyar e. Divê ev jî tu carî neyê jibîrkirin.”

Demirtaş çi gotibû?

Demîrtaş ku li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandibû û gotibû, “Siyasetmedar hesab didin raya giştî, partiya xwe, meclîsê û daraza serbixwe. Tu dest ji nîgeraniya bo min berde û li hesabê ku tu dê bidî bifikire.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst