Kurt: Parêzgariya Amedê rê da pankartên PAKê bên daliqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daxuyaniya PAKê ku ragihandibû “Şaredariya Yenîşehîr û Kayapinarê destûr nedan pankartên dersên bijarte yên bi kurdî”, Parêzgariya Amedê biryar da ku ew pankart bên daliqandin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê û endamê Lijneya Rêveberî û Biryara Navendî (Komîteya Navendî) yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt ji bo Rûdawê biryara Parêzgariya Amedê ya li ser vê mijarê eşkere kir.

Kurt diyar kir ku ew bi Parêzgarê Amedê û qeymeqamên Yenîşehîr û Kayapinarê re hevdîtin pêk anîne û diyar kir ku Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) dikare Çarşembê pankartên xwe daliqîne.

Kurt li ser hesabê xwe yê Twitterê got:

“Hevalên hêja, min bi parêzgarê me, qeymeqamên Yenîşehîr û Kayapinarê re hevdîtin kir. Parêzgarê me yê hêja got ku her çiqas di vî warî de kêmasiyên destûr û prosedûrê hebin jî destwerdana van pankartan neyê kirin. Tenê li Yenîşehîrê, di diyaloga bi Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mezin re kêmasiyek heye lê ev yek hat sererastkirin.

Bi gotineke din, endamên partiya PAKê dikarin pankartên xwe li cihên guncaw daliqînin bêyî ku bi baca reklamê, destûr û prosedurên xwe ve bên girêdan û ji kerema xwe wan daliqînin. Ji niha ve serkevtin.

Di vê navberê de ez bi Serokê PAKê, hevalê xwe yê kevn, hevalê xwe yê zanîngehê Mustafa Ozçelik re axivîm, ez hêvî dikim sibe pankartên xwe daliqînin. Dubare li ser xêrê be.”

PAKê duh Sêşembê 18ê Çileya 2022an di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku herdu şaredsariyên Yenîşehîr û Kayapinarê yên Amedê ku niha bi qeyûm ji aliyê dewletê ve tên birêvebirin, rê nedane ku ew pankartên xwe yên bo dersa Kurdî li kolan û cadeyan daliqînin.

PAKê ew helwesta şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar şermezar kiriye û ragihandiye: “Ev biryar û helwesta herdu şaredarîyan binpêkirina yasayan e. Dersa bijartî biryareke Hikûmeta dewleta Tirkiyê ye. Eger şaredariyek rê li ber pankarteke ku daxwaza piştgirîya dersa bijartî bike, tê wê maneyê ku ew şaredarî bi awayekî keyfî yasayan jî qebûl nake. Ev helwesta cot standartî ya qeyûman hişmendîya wan a bi pêşhukmîyê ve hûnandî, hişmendîya wan a dijayetîya zimanê Kurdî û ya  ji azadiyê û ji demokrasîyê dûr e jî nîşan dide.”

PAK herwiha dide zanîn ku parêzerên partiya wan dê  bi rêyên hiqûqî di derbarê van herdu şaredariyan de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019ê, HDPê herdu şaredariyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar ên Amedê bidest xistibûn, lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herdu Serokşaredarên HDPê ji wazîfeyê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn danîn.