Konfederesyona Revenda Kurdistanî piştgirî da kampanyaya dersa Kurdî

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte Konfederesyona Revenda Kurdistanî
A+ A-

Hewlê (Rûdaw) - Konfederasyona Revenda Kurdistanî, piştgiriya xwe bo kampanyaya hilbijartina dersên Kurdî li dibistanên navendî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ragihand û bang li xwendekar û malbatên Kurd kir ku derfeta dersa bijarte ya Kurdî bikar bînin û xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) li dibsitanên navendî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bo sala 2022-2023 peyamek weşand.

Di peyama xwe de Konfederasyona Revenda Kurdistanî piştgiriya xwe ji bo kampanyaya hilbijartina dersên Kurdî radigihîne û dibêje, “Her çend wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em mafê fermî yê perwerdeyê ji bo zimanê Kurdî dipejirînin jî bikaranîna bijardeya dersa Kurdî di vê rêyê de wekî derfetek dibînin.”

Di peymê de bang li Kurdên li Bakurê Kurdistanê tê kirin û tê gotin, “Ji malbatên Kurd, gencên Kurd daxwaz dikin, vê derfetê bikarbînin. Xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Di demekê de ku tenê 2 roj dem li pêşiya xwendekar û malbatan maye, seferberiya ji bo tercîhkirina dersên Kurdî yên di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, piştgiriya alî û saziyên Kurdî bo dersa Kurdî û handana (teşwîqkirina) xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî her ku diçe zêdetir dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst