Naveroka dersên bijarte yên Kurdî çi ye?

19-01-2022
RÛDAW
Mamostayên zimanê Kurdî dixwazin xwendekarên dersa Kurdî zêde bibin
Mamostayên zimanê Kurdî dixwazin xwendekarên dersa Kurdî zêde bibin
Nîşan Dersa Kurdî Erol Şaybak Dersa Bijarte Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Ji herkesî zêdetir mamostayên zimanê Kurdî dixwazin ku hejmara xwendekarên dersa Kurdî zêde bibe û ew jî berdewam karê xwe bikin. Ev ders heta niha çawa hatiye pêşkêşkirin û divê ji niha û pê ve xwedîtiyeke çawa lê were kirin,  mamoste Erol Şaybak behs kir.

Ji bo dersên bijarte yên ku dê di sala perwerdehiyê ya 2022-2023an de li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê bên dayîn salname hatiye diyarkirin, zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî jî di nav dersên bijarte de ne.

Hate dîtin ku eleqeya ji bo dersên bijartê yên bi Kurdî ku hem qada siyasî û hem jî civaka sivîl pê hesas in, îsal li gorî salên din zêdetir bûye.

Lê gelek malbat dema ku di dibistanên dewletê de dersên bijarte yên kurdî hildibijêrin, dipirsin ka zarokên wan çi dixwînin û çi hîn dibin.

Peyamnêrê Abdulselam Akinci hevpeyvînek li gel mamosteyê Zimanê Kurdî Erol Şaybak pêk anî ku ew bixwe bi dirêjiya 5 salan li Cizîra Botan mamostetiya zimanê Kurdî kiriye û niha jî berdewam wî karî li Amedê dike. Erol Şaybak di hevpeyvînê de naveroka dersên bijartê yên Kurdî zelal kirin.

“Zarok bi hêsanî dikarin xwe îfade bikin”

Erol Şaybak, anî ziman ku xwendekarek piştî ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijart û dibistana navîn xilas kir dikare bi hêsanî bi Kurdî xwe îfade bike û bi kurdî bixwîne û binivîse.

Şaybak “Li gor mufredata Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8emîn dikarin van dersan hilbijêrin. Ji ber ku ew dersek hilbijartî ye, her dersek bernameya xwe ya kurt heye. Wek mînak di pola 5an de alfabeya kurdî, deng û tîpên dengdêr hene. Di pola 6emîn de mijarên weke hevnasîn û agahiyên derbarê malbatan de heye. Di pola 7 û 8an de nivîsên li ser bajar, çand û kevneşopiyên kurdan hene. Dema xwendekarek ji pola 5’an heta pola 8an dixwîne êdî bi hêsanî dikare xwe bi kurmancî an jî zazakî îfade bike.”

“Pirtûk ji aliyê mamosteyên kurd ve tên amadekirin”

Pirtûkên di van dersan de tên xwendin kî û çawa amade dike? Ev yek ji pirsên ku pir caran têne pirsînê. Derbarê vê yekê Şaybak amaje bi wê yekê kir ku bi malbat di vî warî de rehet bin û got, “Divê malbatên me zanibin ku ev ders ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin û ketiye pergala perwerdehiya fermî. Ev mafê kurdan e. Pirtûk di eslê xwe de ji aliyê komîsyona ku ji aliyê komek mamosteyên kurd ên Zanîngeha Mêrdînê Artukluyê ve dihat amadekirin. Lê niha ji çend mamosteyên Zanîngeha Çewlîgê ve têne amadekirin. Ev materyal ji bo xwendekarên dibistanên navîn pir baş û têrker in."

“Li Cizîrê zimanê kurdî xwedî perestîj e”

Mamoste Erol diyar kir ku Cizîr yek ji wan deveran e ku rêjeya axaftina bi kurdî lê zêde ye û wiha got: “Bi rastî jî li Cizîrê prestîja zimanê Kurdî heye. Di civakê de, li bazarê, li sûkê, li her derê mirov dikare pir rehet xwe bi Kurdî îfade dike. Ji ber vê yekê ji bo min jî rehet bû. Ji ber ku xwendekar di malbatê de bi Kurdî dipeyivin, di dersan de jî gelek serkeftî bûn. Ji ber ku malbat qîmetê didin zimanê xwe û ji ber vê yekê zarok dikarin li malê, li kolanan û li dibistanê bi rehetî bi Kurdî biaxivin.”

Şaybak, diyar kir ku îro her çend mafê Kurdan ne perwerdeya bi Kurdî, lî îro Kurdî weke dersa bijarte heye û dema ku zarok li dibistanê dibîne mamoste bi Kurdî diaxive derûniya wî tê guhertin û bi vî awayî otonsansura li ser xwendekar tê şikandin.

Di berdewamiya axavtina xwede Şaybak got, “Mixabin berê ji ber zext û qedexeyên derbarê kurdî de zarokan ji zimanê xwe şerm dikirin. Lê bi saya vê dersê zarok dibînin zimanê wan jî zimaneke asayî ye. Ew tên çîrok û pirtûkên bi kurdî dixwînin. Bi saya vê dersê zarok dibînin ku zimanê wan jî wek zimanên din e.”

Erol Şaybak, anî ziman ku tercîha rêveberiya dibistanan kîjan dersan bixwazin wan dersan li ser zarokan dispîne û forma dersên bijarte nadin xwendekar û malbatan.

Şaybak herwiha eşkere kir ku 120 mamosteyên Kurdî hebûn, lê ji ber zexten ji wan 34 mamosteyan dest ji beşa xwe berdane û çûne li ser beşên xwe yên berê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst