Li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê perwerde hat rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û keşûhewaya sar li dibistanan perwerde hat rawestandin.

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Tirkiyê ev demek e berfeke zêde dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike. Rêyên gundan û nav bajaran tên girtin û geştên esmanî tên rawestandin.

Pêla berfbarînê

Li parêzgehên Amed û Sêrtê bo du rojan 20 û 21ê Çileyê û li parêzgehên Riha, Sêwaz, Dêrsim, Wan, Şirnex, Mêrdîn, Agirî, Qers, Erzerom, Erzîngan, Bedlîs, Çewlig, Colemêrg, Mûş, Dîlok, Semsûr, Mereş, Meletî û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde û keşûhewaya sar bo dema rojekê perwerde hat rawestandin.

Parêzgarê Amedê Munir Karaloglu, diyar dike, “Derbarê perwerdeyê de weke hûn dizanin me îro perwerde rawestandibû. Ji xwe roja Îniyê betlaneya nîvê salê dest pê dike. Saziya Keşûhewayê zanyarî û hişyariyê dide me ku piştî demjimêr 12ê şev dê qeşayeke zêde çêbibe û pileya germê heta bin sifrê 15 pileyan bikeve. Me di civîna îro de biryar da tevî navçeyan li tevahiya Amedê perwerde bo dema du rojan Pêncşem û Îniyê bê rawestandin. Di heman demê de bo welatiyên me yên ducanî, xwedî pewîstiyên taybet û newxeşiyên wan ên kronîk hene ku li saziyên hikumî karmendin dê mohleta îdarî bê dayîn.”

Rêya bi hezaran gundan hat girtin

Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde û zivistana dijwar rêya bi hezaran gundan hatiye girtin, mûslixên avê qerimî ne û ajel mirar dibin. Welatî giliyê xwe ji sermayê dikin û dibêjin nikarin malên xwe germ bikin û derkevin derve.

Welatiyek dibêje, “Li vêderê carinan pileya germê heta bin sifrê 40 pileyan dadikeve. Ji ber ku deşt e û hinekî jî bilind e gelek sar e. Heta em neçar nemînin em dernakevin derve. Hefteyekê carê ji bo pêwîstiyên xwe diçin sûkê. Ji xwe eger di mal de sobe ne pêxistî be em nikarin di mal de jî bisekinin.”

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê, çend rojên dawî zivistan dijwartir bûye û li hinek herêmên Bakurê Kurdistanê bilindahiya berfê gihîştiye 6-7 metreyan.

Li navenda Amedê piştî sala 1973an ku 65 santîmetre berf bariyabû îsal bi 25 santîmetreyan rekora 49 salan hat tomarkirin û li Wanê jî piştî sala 1990î ku pileya germê heta bin sifrê 46 pileyan daketibû, îsal di meha Çileyê de heta bin sifrê 41 pileyan daket.