Li Mêrdînê geştên esmanî hatin rawestandin

19-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û pûkê geştên esmanî hatin rawestandin.

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Tirkiyê ev demeke berf zêde dibare û bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Li Mêrdînê jî hewaya sar û berfa zêde bû sedem ku geştên esmanî li Balafirxaneya Mêrdînê bên rawestandin.

Geştên esmanî yên du alî ji Mêrdînê bo Stenbol, Îzmîr û Enqerê hatin rawestandin. Li Mêrdînê barîna berfê berdewam e û li tevahiya parêzgehê sibe 20ê Çileyê perwerde hat rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst