Alekan Nyland: Zimanê dayîkê di hînbûna zarokan de diyarker e

Hewlêr (Rûdaw) - Mamoste Alekan Nyland ku li bajarê Stavangerê yê Norwecê dijî, ji bo zarokên Kurd ên li wî welatî, pirtûka alfabeya Kurdî bi herdu zimanên Norwecî û Kurdî nivîsand, dibêje ku ji bo pêşveçûna derûnî ya zarokên divê ew bi zimanê dayikê li dibistanan perwerdeyê bibînin. Alekan Nyland herwiha dibêje “Zimanê dayîkê di pêvajoya hînbûna zarokan de diyarker e”

Mamoste Alekan Nyland bi rêya Rûdawê bang malbatên Kurd ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirine, ku Zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin.

“Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye”

Alekan Nyland ji Rûdawê re got: “Peşniyara min ji malbatan re ev e,  zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji bo pêşveçûna derûnî ya zarokên we divê bi zimanê dayikê dibistana seretayî ya bingehîn de fêr bibin.”

“Zimanê dayîkê di pêvajoya hînbûna zarokan de diyarker e.”

Nyland bal kişanda li ser girîngiya zimanê dayikê di jiyana zarokatiyê de û got: “Ji zimanê dayikê re zimanê hestan tê gotin. Ew zimanê yekem e ku zarok pê re dihizire û difikire. Li gorî lêkolînên zanistî yên ku me kirine, zarokên ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin, ji aliyê derûnî ve zûtir pêşde diçin. Zimanê zikmakî di bidestxistina nasnameya zarok de jî roleke sereke dilîze. Di heman demê de, di gihandina şarezayên civakî de jî roleke pir girîng dilîze. Ji bo pêşketina derûnî ya zarok şertê bingehîn fêrbûna zimanê dayikê ye. Li Ewropayê gelek pispor qebûl dikin ku zimanê zikmakî di pêvajoya hînbûna zarokan de diyarker e.”

Nyland  diyar kir ku zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdê nabinen, têkiliyên wan ên civakî lewaz in û wiha pê de çû: “Zarokên ku li şûna zimanê xwe yê zikmakî bi zimanê duyemîn perwerde dibin, pêvajoya pêşketinê wan pir qels û lewaz e. Ji bo ku zarok di warê civakî û çandî de pêş bikeve, divê bi zimanê xwe dayikê perwerdehiyê bibînin.”

“Malbat ji bo zarok dibistana yekem e”

Bi gotina Nyland  zarokên piştî ku li malê zimanê xwe yê zikmakî hîn dibin û diçin dibistanê bêçare dimînin û bi zimanekî din dixwînin, ew zarok hem di warê derûnî û hem jî di warê civakî de pêşkeftina wan pir kêm e.

Alekan Nyland herwiha amaje bi wê yekê kir ku malbat ji bo zarok dibistana yekem e, û got: “Pêvajoya keşfkirin û têgihiştina cihan a derve ya zarok hêj di zikê dayikê de dest pê dike. Pêvajoya hînbûna jî di zikê dayikê de dest pê dike. Ji ber vê eger malbatek bixwaze zaroke wan jîr û zîrek be, berî her tiştî divê malbat bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û zarokê xwe fêrî zimanê dayikê bike. Divê zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdiyê bibînin.”