Li ser stranên Kurdî daxwaza rakirina parêzbandiya parlamentereke HDPê tê kirin

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan Remziye Tosun HDP Stranên Kurdî Rakirina Parêzbendiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber gotinên stranên Kurdî derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun de fezleke hat amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendiya wê tê kirin.

Parlamentara HDPê ya Amedê Remziye Tosun di 26ê Mijdara 2019ê li navçeya Hênê ya Amedê beşdarî şahiyekê bûbû. Hinek kesan bi hinceta ku di şahiyê de stranên Kurdî yên derbarê rêxistinê de hatine gotin tîmên cendermeyan agahdarkirin. Li ser vê yekê derbarê Tosun de bi hinceta “propagandeya rêxistinê” lêkolîn hat destpêkirin û dozname hat amadekirin.

Stranbêjên ku ew stran gotine di îfadeya xwe de îdîa kirine ku wan li ser daxwaza Parlamentera HDPê Remziye Tosun û zora kesên ligel wê ew stran gotine. Di çarçoveya lêkolînê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi daxwaza rakirina parêzbendiya Remziye Tosun fezleke amade kir û ji Parlamentoya Tirkiyê re şand.

Di fezlekeyê de hatiye îdiakirin ku "Ew stranên li ser daxwaza parlamentera HDPê û kesên ligel wê hatine gotin, di çarçoveya îdeolojiya rêxistinê de hatine nivîsîn, di wan de nijadperestiya Kurd hatiye kirin, endamên rêxistinê wek leheng hatine nîşan dan û xelk teşwîq kirine ku çekan hilgirin û tevî rêxistinê bibin.”

Di fezlekeyê de bi hinceta “propagandeya rêxistinê” li gor maddeya 83 ya Destûra Bingehîn daxwaza rakirina parêzbendiya Remziye Tosun tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst