Du parlamenterên HDPê piştgirî dan kampanyaya dersa Kurdî

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterên HDPê Sezaî Temellî û Ayşe Sûrûcû bang li malbatan kirin ku ji bo xwendekarên dibistana navîn dersên hilbijartî yên bi Kurdî hilbijêrin.

Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Heta niha gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl, parlamenter, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan bang li xwendekar û malbatên Kurd ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirine, ku derfeta dersên bijarte ya di dibistanên navîn de bi kar bînin û dersên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin.

Hevserokê berê yê HDPê û Parlamenterê HDPê yê Wanê yê 27mîn xûla parlamentoya Tirkiyê, Sezai Temelli li ser hesaba xwe ya Twitterê banewazî kir ku di fersenda mayî ya heta 21ê Çile (du rojên din) de xwedekar dersên Kurdî yên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.

Temelli di peyama xwe de dibêje, Kurmancî û Zazakî êdî li seranserê Tirkiyê wek dersên hilbijartî dikarin bên hilbijartin û dema serlêdanê jî 21ê Çile ye. Di çarçoveya têkoşîna ku dê heta bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê berdewam bike, divê gelê me tekez di vî warî de pêşengiyê bike.

Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Sûrûcû jî di peyameke vidyoyî de diyar kiriye ku ew dixwazin beriya her tiştî zimanê Kurdî bibe zimanê mecbûrî û ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê Kurdî bê xwendin.

Ayşe Sûrûcû got, “Lê niha li Tirkiyê li dibistanan dersên bijarte yên Kurdî hene. Em dixwazin gelê me van qursan tercîh bike. Bila dersên Kurdî vala nehêlin. Zimanê me nasnameya me ye, rûmeta me ye.”

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Parêzer Dogan Erbaş jî bi hashtagê “#KurdîHilbijêre” banga “Ji bo siberoja Kurdî dersên bijarte yên Kurdî hilbijêrin” kir.

Di demekê de ku tenê 2 roj dem li pêşiya xwendekar û malbatan maye, seferberiya ji bo tercîhkirina dersên Kurdî yên di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, û piştgiriya alî û saziyên Kurdî bo dersa Kurdî û handana (teşwîqkirina) xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî her ku diçe zêdetir dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst