Rêya Xozat û Pulurê ji ber metirsiya aşûtê hat girtin

19-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Xozat Pulur Girtina Rêyan Girtina Dibistanan Aşût Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya sereke ya di navbera navçeyên Pulur û Xozatê yên parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji ber metirsiya çêbûna aşûtê bo hatinûçûnê hat girtin. Herwiha li navend û navçeyên Dersimê ji ber berfê li dibistanan perwerde hat rawestandin.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihand li seranserî parêzgehê berfeke  zêde bariyaye  û ji ber metrisiya aşûtê rêya sereke ya di navbera parêzgehên Xozat û Pulurê yên wê parêzgehê de hatiye girtin.

Li aliyê din ji ber berfê li navend û navçeyên Xozat, Pulur, Qisle, Mazgêrd Pêrtag, Çemişgezek û pilemûriyê yên Dêrsimê roja Çarşemê dibistan hatin girtin.

Parêzgariya Dêrsimê tekez kir ku heta ew rê bi ewle nebe dê ji hatinûçûnê re girtî be û got: “ Em ji welatiyan daxwaz dikin ku ji bo hatinûçûnê rêyên din hilbijêrin.”

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê, çend rojên dawî zivistan dijwartir bûye û barîna berfê berdewam e.

Aliyên peywendîdar  li cihên ku berf li wan dibara derbarê   egera çêbûna aşûtê de  berdewam hişyariyê didin welatiyan.

Herwiha ji ber bûyerên trafîkê jî daxwazê ji welatiyan dikin ku eger rewşeke awarte nebe ji hatinûçûnê nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst