Mesrûr Barzanî û Akar tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kirin

19-01-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Tirkiye Mesrûr Barzanî Hulusî Akar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar kir. Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Hulusî Akar di civînê de tekezî li ser “giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê” û “derketina milîsan û hêzên çekdar ên neqanûnî li Şingalê” kirine.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, di hevdîtinê de “behsa rewşa Iraq û deverê û pêşdebirina zêdetir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate kirin. Tekezî li giringiya hevahengî û berdewamiya pêwendîyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de hat kirin, bi taybetî bihêzkirina hevahengî û hevkarîyê ji bo bicihkirina aştî û ewlehiya herêmê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, di civînê de tekezî li “girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdarên neqanûnî” hate kirin, ji bo rewşa asayîkirina rewşa deverê û vegera koçberan bo ser cih û warên xwe.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî serdana Bexdayê û civînên li gel berpirsên Iraqê, duh êvarê bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Şoriş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge ve hat pêşwazîkirin.

Hulusî Akar duh Duşemê danê nîvro serdana Iraqê kiribû û li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad re hevdîtin pêk anîbûn.

Mistefa Kazimî di civîna li gel Akar de ragihandibû, Iraq şiyana wê yekê heye ku dawî li wan gefên li ser Tirkiyê bîne ku ji axa Iraqê ve tên kirin. Kazimî tekez kiribû, “em rê nadin axa Iraqê ji bo gefkirina li Tirkiyê bê bikaranîn”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst