Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Fermadarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, Xezne Hec Hisên di encama krîza dil de, koça dawî kir.
Xezne Hec Hisên, dayika Fermadarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî, îro Sêşemê 19ê Çileya 2021an di 87 saliya xwe de, li bajarê Kobanî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Termê Xezne Hec Hisên, li gundê Helincê bo axê hat spartin.
Xezne Hec Hisên, dayika 3 keç û 5 kuran bû, hevjîna Dr. Xelîl Ebdî bû. Zarokên xwe li ser bîr û baweriyên niştimanperwerî mezin kiribûn û dabûn xwendin.
Mala wê mala siyaseta kurdî bû, mêvanperweriyeke baş ji siyasetmedarên Kurd re kiribû.
Dr. Xelîl Ebdî jî, ji doktorên destpêkê yên Kobanî bû, bi endametiya El Partî dest bi siyasetê kiribû. Van salên dawî bê pere ew xelkê derman dike.
Serokwezîrê Kurdistanê sersaxî ji Mazlûm Kobanî re xwest
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji ber koça Xezne Hec Hisên, dayika Fermadarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî, sersaxî ji malbata wî re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de diyar dike ku ew hevbeşê xema malbata Fermandeyê Giştî yê Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ye.
Mesrûn Barzanî di peyama xwe ya ji bo Mazlûm Kobanî de dibêje: “Mixabin me nûçeya wefata dayîka we ya rêzdar bihîst. Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyanê wê bi biheştê şad bike, aramî û dilnewayiyê bide malbat we ya rêzdar.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse