Rêvebirê Giştî yê Hec û Umrê yê Kurdistanê: Pirsgirêkên heciyên Rojava hene

19-01-2020
RÛDAW
îro proseya tîrûpeşk ji bo destnîşankirina navên heciyên Herêma Kurdistanê birêve diçe
îro proseya tîrûpeşk ji bo destnîşankirina navên heciyên Herêma Kurdistanê birêve diçe
Nîşan Herêma Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê Şêx Qasim Berzencî Hec
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Giştî yê Hec û Umrê yê Herêma Kurdistanê Şêx Qasim Berzencî ragihand ku dê îro proseya tîrûpeşk ji bo destnîşankirina navên heciyên Herêma Kurdistanê birêve biçe. Şêx Qasim Berzencî herwiha ragihand ku birina heciyên Rojavayê Kurdistanê bo hecê pirsgirêk e, û wan ji Erebistana Siûdiyê daxwaz kirin ku ji wan re hêsankariyê bikin.

Rêvebirê Giştî yê Hec û Umrê yê Herêma Kurdistanê Şêx Qasim Berzencî beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û diyar kir ku îro proseya tîrûpeşk ji bo destnîşankirina navên heciyên Herêma Kurdistanê birêve diçe.

Şêx Qasim Berzencî diyar kir ku dê navên 4400 kes were hilbijartin, herwiha 100 navên din jî dê ji bo malbatên şehîdên Pêşmergeyan be.

Berzencî bibîr xist ku par hejmareke heciyên Rojavayê Kurdistanê bi rêya Herêma Kurdistanê çûn hecê, lê ew yek bûye sedema ku ji wan re pirsgirêk çêbibin.

Rêvebirê Giştî yê Hec û Umrê yê Herêma Kurdistanê wiha got: “Ew hejmar ne ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne ser bi hikûmeta Iraqê bûn, ew bi rêya ‘vîzeya micamele’ ya konsulxaneya Erebistana Siûdî ku her sal dide çûn. Wê yekê gelek pirsgirêk ji me re çêkirin, çimkî wan ne cihê manê û ne cihê xizmetguzariyan nîne. Hikûme Siûdiyê hinek pere ji bo cihbûna wan wergirt, lê nexweştirîn û xirabtirîn cih dide wan. Me daxwaz kiriye ku wan bixin ser Desteya Bilind a Hec Umrê ya Iraqê yan bixin ser Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayinî ya Herêma Kurdistanê daku ew bikarin wan bêyî pirsgirêk ligel heciyên xwe bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst