Sefîn Dizeyî û Konsolê Tirkiyê li Hewlêrê civiyan

19-01-2020
RÛDAW
Nîşan Sefîn Dizeyî Hakan Karaçay Konsolê Tirkiyê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Konsolê Tirkiyê li Hewlêrê kir û peywendiyên dualî mijara sereke ya civînê bû.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihand ku wî civînek li gel Hakan Karaçay, Konsolê Tirkiyê li Hewlêrê encam da û diyar kir ku wan di civînê de dawîn pêşhatên li navçeyê, peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê û herwiha çawaniya bihêzkirina wan peywendiyan gotûbêj kirine.

 

 

Hakan Karaçay, Konsolê Tirkiyê li Hewlêrê jî ji ajansa AA ya Tirkiyê re derbarê civînê de ragihand ku wan dawîn pêşhatên li navçeyê gotûbêj kirin.

Herwiha Konsolê Tirkiyê diyar kir ku di civînê de gotûbêj li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst