Cilûbergên yekreng bo Girtîgeha Amedê hatin şandin

19-01-2018
RÛDAW
Nîşan Amed Girtîgeh Cilûberg Yekreng
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serdozgerê Komarê yê Amedê Kamil Erkut Gure ragihand ku cilûbergên yekreng ji Girtîgeha Amedê re hatine şandin û ji bo girtî li xwe bikin, li benda rêziknameyê ne.

 

Derbarê mijarê de Serdozger Kamîl Erkut Gure got: "Di çarçoveya Biryarên Di Hikmê Qanûnan (KHK) de cilûberên yekreng bo Girtîgeha Amedê hatine şandin. Ji bo lixwekirina wan cilûbergan jî em çaverêya rêziknameyê dikin."

 

Piştî hewldana darbeya 15ê Tirmeha 2016an li Tirkiyê, di çarçoveya rewşa awarte de û bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan (KHK) de biryar hatibû dayîn ku girtî û hikumxwarên Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê dema doza wan tê dîtin cilûbergên yekreng li xwe bikin.

 

Di vê derbarê de Serdozgerê Komarê yê Amedê Kamil Erkut Gure da zanîn ku ji bo Girtîgeha Amedê cilûbergên yekreng hatine şandin û got, tenê niha li benda rêziknameyê ne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst