Ji Eniya Tirkmen mercên hilbijartinên Kerkûkê

19-01-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hilbijartin Eniya Tirkmen
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Eniya Tirkmen ji bo birêveçûna hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê sê mercan danîne.

Endamê Parlamentoya Iraê yê Eniya Tirkman Hesên Turan ji Rûdawê re got, ew ligel encamdana hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê ne, lê belê hinek mercên wan hene û jixwe heta ku navçeya Hewîceyê ji destê DAIŞê neyê deranîn hilbijartin birêve naçin.


Hesên Turan hevdem yek ji serkirdeyekî Eniya Tirkmen e, amaje kir ku ji bo ku hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê di çarçoweya hilbijartinên parêzgehên Iraqê de bêne encamdan; divê kontenjanên pêkhateyan were diyar kirin û dahatûya pêkhateyan ji aliyê ewlehî ve bê garantîkirin.


Pêştir Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha gotibû ku fraksiyonên kurdî yên li Bexdayê yekdeng in li ser birêveçûna hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê ligel parêzgehên Iraqê.


Rêbwar Taha wiha gotibû: “Em dixwazin ti rewşeke taybet ji bo paşxistina hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê neyê derxistin çimkî ji sala 2005ê ve li Kerkûkê hilbijartina nehatine encamdan. Ev yek jî di berjewendiyê Kurdan de nîne.”


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku hilbijartinên encûmeniya parêzgehên Iraqê dê 16ê Îlona 2017ê were birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst