Nûnerê Rêveberiya Xweser: YPG beşdarî civînên Astanayê nebe bisernakevin

Qamişlo (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di derbarê civînên Astane de weha dibîne ku heger ew beşdar nebe, ew civîn bi ser nakevin û bi gotina serkirdeykî Rêveberiyê,civînên Cinêvê bi serneketin, ji ber ku ew beşdar nebûn, lewma ew pabendî encamên Astane jî nabin.

 

Biryar e 23yê Çileyê di navbera hikûmeta Sûriyê û Opozisyonê de, din bin serkêşî û garantoriya Rûsya, Tirkiyê û Îranê hevdîtinên çareserkirina krîza Sûriyê li Astana paytexta Qazekistanê dest pê bikin.

 

Serkirdeyekî Rêveberiya xweser dibêje ku eger ew beşdar nebîn dibe ku encamên Astane bisernekevin, heriwha serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tekez dike ku ewê weke şandeke siyasî başdarî Astane bibin.

 

Sekreterê Partiya Çepa Demokrat amaje kir, ji ber ku nûnerên leşkerî yên kurdan beşdar hevdîtinên Cinêvê nebûne ew civîn serneketin û heger ew ji bo hevdîtinên Astaneyê hê neyên vexwendin encama hevdtînên Astanayê jî weke yên Cinêvê bin.

Text:

 

Serkirdeyekî ENKSê Beşar Emîn diyar kir ku ew dê bi şandek bi navê ENKSê başdarî hevdîtinên Astana bibin got, TEV-DEM ji ber têkilî û biştgirya rêjîma Sûriyê ji bo Astanayê nehatine vexwendin.

 

Serokê Hevbendiyê Mistefa Meşayix ku dinav Encumena Sûriya Demokrat cihê xwe digrin û ew jî nehatina vexwendin bo Civata Astane, dibêje ku Trikiyê qebûl nekiriye ku ew û hêziyên wan li ser erdê beşdar bibin û tenê Tirkiyê dixwaze tevliheviyê dinav Kurdan de çê bike.

 

Biryar e 23yê Çileyê  hevdîtinên Astana destpêbike û ta niha 3 kesayetiyên kurd hatine vexwendin ew jî Serokê ENKSê Ibrahîm Biro û Cîgirê serokê Îtîlafa Niştimanî ya Dijbereya Sûrî Ebdulhekîm Beşar û Derwîş Mîrkan e. Parêzêr Derwîş Mîrkan dê weke rawêjkar beşdar bibe.