ROJHILAT - Îranê hêzên leşkerî li bajarên kurdan bicih kir
Navenda Nûçeyan – Piştî redkirina hejmareke zêde ya namzedên reformîst li Îranê, rewşa ewlehiya li Rojhilatê Kurdistanê aloz bûye û hikûmetê hêzên ewlehiyê di nav bajar û bajarokan de belav kiriye.
Di meha dahatî de dê hilbijartinên Parlamentoya Îranê werin lidarxistin. Bo beşdarbûna di hilbijartinan de hejmareke zêde ya reformîst ên Îranê û kurd jî di nav de, navên xwe weke namzed tomar kiribûn, lê hikûmetê namzediya pirraniya kesên reformîst red kir.
Li gor agahiyan, ji koma 1 hezar û 400 kesên ku li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê navên xwe bo namzediya parlamentoyê tomar kiribûn, 684 kesên wan ji aliyê Encumena Çavdêriyê ya bi navê (Encumena Pasevaniyê) ve namzediya wna hat redkirin.
Encumena Çavdêriyê ku erkê wê çavdêrîkirina hilbijartinên li Îranê ye, berî 2 rojan ragihandibû, ku namzediya %60ê kesên ku navên xwe bo beşdarbûn di hilbijartinên parlamentoyê de tomar kiribûn, hatiye redkirin.
Piştî belavbûna nûçeya redkirina pirraniya namzedên reformîst, Hikûmeta Îranê bi taybetî hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê li nav bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye, daku rê li derketina alozî û nerazîbûnan bigre.
Li gor agahiyên ku gihîştine Rûdawê, Hikûmeta Îranê bo rêgirtin li derketina aloziyan hêzên leşkerî li bajarên Ormiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye.
Herwiha hêzên ewlehiyê nahêlin ti kombûnek li wan bajaran werin lidarxistin û rê bi belavkirina ti agahî û belavokan derbarê redkirina namzedên reformîst nadin.