Nêçîrvan Barzanî çû Wezareta Darayî


Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê kirîza darayî ya Herêma Kurdistanê û derengketina mûçeyê fermanberan ragihand ku, Bexda dê 1 ji 12ê budce ji me re bişîne, heta ku budce were pesendbikin.

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî serdana Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Hikûmeta Kurdistanê girêdayî rêkeftina xwe ya ligel Bexdayê ye û wek xwe bicîh tîne.”

Barzanî wiha got: “Bexda dê 1 ji 12ê budce ji me re bişîne, heta ku budce were pesendbikin.”

Derbarê derengketina mûçeyê fermanberan û axavtina parlamenterên Kurdistanê li ser wê yekê, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Pêwîst e parlamento bi awayekî rastî hizir bike û mijara mûçeyên fermanberan nekin mijareke siyasî di berjewendiya xwe de.”

Serokwezîrê Kurdistanê destxweşî li Wezareta Darayî kir, bo wan çaksaziyên ku encamp daye û wiha got: “Çaksazî pirojeke berdewam e. Nabe em li hêviyê bin ku bi çend mehekê bi dawî were.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbaz Mihemed Hemilan derbarê belavkirina mûçeyên mehên Berfenbar û Çilê de ji Rûdawê re wiha got:

“Naverasta hefteya bê, dê belavkirina mûçeyê meha Mijdarê bi dawî were û emê dest bi belavkirina mûçeyê meha Berfenbarê bikin, ku mûçeyê wan herdu mehan dahata navxwe ye.”

Rêbaz Mihemed Hemilan wiha domand: “Ew pereyên ku Bexda dê ji me re bişîne, emê wek mûçeyê meha 1ê belav bikin.”