PDK xwe ji hilbijartinên encumenên parêzgehan re amade dike


 

 

Hewlêr (Rûdaw) - 400 kesî formên xwe dagirtine da ku bibin kandîdên PDKê bo hilbijartinên bê yên parlementoya Iraqê, lê tenê 30 nav hatin hildan bo polîtburoya PDKê.

 

Roja 09.01.2014ê soza dawî ye bo pêşkêşkirina navên kandîdên hilbijartinên parlementoya Iraqê, ku biryar e di 31.04.2014ê de hevdem ligel hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê birêve here.

 

PDK zehmet dibîne vê carê 30 kursî bidest bixîne. Berpirsekî pilebilind ê PDKê dibêje, "Em pêşbînî dikin 25 heta 27 kursiyan bibin."

 

Endamê polîtburoya PDKê Kakemîn Necar ji Rûdawê re got, "Gellek kesan CVyên xwe şandibûn. Lê tenê me 30 nav hilbijartin û nav hatin şandin bo polîtbîroyê da ku gotina dawî li ser bibe. Polîtburo dikare guhertinê tê de bike û hinekan ji serirdayetiya PDKê deyne nav lîstê. Lê nabe lîst ji 30 kandîdî bêhtir be."

 

Li gor wê dabeşkirina ku di yasaya hilbijartinên Iraqê de bûye, her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok) 54 endaman dixwazin: Hewlêr 15, Silêmanî 18 û Dihok jî 11 endam.

 

Komîsyona Hilbijartinan jî desthilat daye partiyan ku dibe bo her kursiyekî 2 kandîdên wan hebin û di hilbijartinan de kê ji wan dengên bêhtir anî ew biser dikeve.

 

Endamekî serkirdayetiya PDKê eşkere kir ku planeke cidî ya partiya wî heye bo Hewlêrê, da ku dengên bêhtir kom bikin, çimkî "PDK li Herêma Kurdistanê partiya desthilatdar e û nabe li paytextê lawaz be."

 

Çavê Tevgera Gorranê li wê yekê ye ku di hilbijartinên Parlementoya Iraqê hejmara kursiyên xwe zêde bike. Endamê Jûra Hilbijartinên Tevgera Gorranê di wê baweriyê de ye ku bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê Tevgera Gorranê "Dengên xwe pirr dike û hejmara kursiyên wê dibe 10 kursî. Gorran niha di rewşeke xurt de ye. Çimkî kongreya xwe bi serketin pêk anî û tê de karîbû bernameya xwe ya siyasî biguherîne û destûra Gorranê pesend bû. Ev tev jî xurtiyê didine Gorranê."

 

YNK bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê endamê serkirdayetiya hilbijartî Arêz Ebdula, ku serokatiya lîsta wan li Hewlêrê bike. Navborî ji Rûdawê re got "Di vê hilbijartinê de em hespê xwe gem dikin." Endamê polîtburoya YNKê Rizgar Elî ji Rûdawê re got "Heta niha me lîsta xwe bo hilbijartinên parlementoya Iraqê pêşkêş nekiriye."

 

Ji pêvî hilbijartinên Parlementoya Iraqê, niha aliyên Herêma Kurdistanê xwe amade dikin bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê. Polîtburoya PDK roja 05.01.2014ê civiya da ku lîsta PDKê amade bike. Lê biryara dawî nedaye. Kakemîn Necar, li ser vê mijarê got, "Di vê civînê de her tişt çareser nebûye. Biryar e di 2 rojên bê de dîsa em bicivin û lîsta dawî amade bikin."

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, encûmena ploîtburoya PDKê li Hewlêrê endamê serkirdayetiya PDKê Piştîwan Sadiq bo posta parêzgariya Hewlêrê pêşniyar kir. Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî red kir ku careke din ew xwe bo vê postê kandîd neke û ji Rûdawê re got "Ez nizanim dimînim yan na. Çimkî ez di destê polîtburoya PDK de me û ew biryar didin." lê Kakemîn Necar got, "Hê biryara dawî li ser vê yekê nehatiye dan ku kî dibe kandîdê PDKê bo posta parêzgeriya Hewlêrê. Di civîna bê ya polîtburoyê de ev çareser dibe."

 

Endamê polîtburoya PDK dibêje, "Navê 50 kesî hatiye destnîşankirin û radestî jorê hatiye kirin, ji ber ku hejmara endamên encûmena pareêgehan 30 kes e. 5 ji wan kota ne. 25 endam hevrikiyê dikin. Me jî bo her kursiyekî 2 kandîd danîne."

 

Endamekî nivîsgeha hilbijartina PDK pêşbîniyê dike bo hilbijartina parzgehan PDK li Hewlêrê heta 13 kursiyan bidest bixîne.