Hrant Dînk li mala lê jidayikbûye hat bibîranîn


Meletî (Rûdaw)- Rêveberê Weşana rojnameya “Agos” Hrant Dînk li Meletî ji aliyê bi hezaran hemwelatî ve hat bibîranîn.

Di 7emîn salvegera kuştina Hrant Dînk de, li bajarê ku blê jidayikbûye Meletî ji aliyê bi hezaran kesan ve hat bibîranîn.

Li gor nûçeya DÎHAyê, bi hezaran hemwelatî, nûnerên partiyên siyasî, namzetên hevşaredarên HDPê di pêşengiya Platforma Hrant a Meletî de li ber Lîseya Teknîk û Pîşeyî ya Keçan de ber bi mala ku Dînk lê hatiye dinyayê meşiyan.

Di meşê de dirûşmayên “Hrant ji bîr neke nede jibîrkirin”, “Em hemû Hrant in, em hemû ermenî ne” û "bijî biratiya gelan” hatin gotin.

Li ber mala Hrant Dînk li taxa Çavuşoglu, li ser navê Platforma Hrant a Meletî Serdar Boyaci daxuyanî da.

Boyaci diyar kir ku di 17ê çileya sala 2007an de “kesên ji çerxa dewletê derketin bi awayekî tirsonekî ji pişt ve Hrant kuştin û kujer li qadan digerin”.

Boyaci axaftina xwe wiha domand: “Em vê tarîtiyê ji komkujiyên ermenî, rûm, suryanî û pontusan zanin. Em vê tarîtiyê ji komkujiyên Agirî, Zîlan, Dêrsim, Qerqelî, 6-7ê Îlonê, Sêwas, Mereş û Çorumê zanin. Dîsa em vê tarîtiyê ji Roboskê ji bombekirina 34 kesên ku piraniya wan zarok bin zanin. Dîsa jî em zanin ku Hrant û yên wek Hrant ji bo em ji vê tarîtiyê derkevin şewitîn”.


Piştî daxuyaniyan, hemwelatiyan li ser wêneyê Dînk mûm û qerenfîl danîn. Hin rojnamevanan jî makîneyên xwe yên wêneyan danîn.