Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku kilîta parastina pêgeha Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê nemana pêwendiyên PYDyê yên bi PKKyê re ye.
Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî li Zanîngeha Selahedînê gotarek pêşkeş kir.
Hêmin Hewramî li ser pêşhatên dawî yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û çend mijarên din pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hêmin Hewramî ragihand ku nedihat pêşbînîkirin ku rejîma Beşar Esed di demeke “ev qasî” kurt de birûxê.
Hêmin Hewramî got, "Rûxîba rejîma Beşar Esed ne ya ewqasî zû ne tiştekî plankirî bû an jî li serê hatibû karkirin.
Lê di hefteyekê de, bi qasî 11 salên borî, bûyerên curbicur rû dan û bûn sedema nemana rejîmê.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir û hikûmeteke demkî ya ji bo 3 mehan ava kir.
Hewramî ragihand ku yekem xala giring ji bo wan çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyeyê ye di çarçoveya hevkêşeya nû ya piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed de û wiha got:
"Gelo di danûstandinên avakirina dewleta Sûriyê û reşnivîsa destûrê de, dê gelê Kurd weke yek ji civakên sereke li Sûriyê were hesibandin?"
Di beşeke din a axaftina xwe de Hewramî li ser PYD û PKKyê wiha axivî:
“Kilîda parastina pêgeha Kurd li Rojavayê Kurdistanê di hevkêşeya niha ya Sûriyê de ev e; Divê PYD hemû têkiliyên xwe bi PKKyê re qut bike.
Bi awayekî fermî ragihînin ku ew hêzeke Kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê ya li Sûriyeyê ku ji bo mafên gelê Kurd tê dikoşe."
Hêmin Hewramî di wê baweriyê de ye ku eger Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) vê mijarê bi fermî ragihîne "ew dê alîkariya herî mezin ji bo xwe û me li Herêma Kurdistanê pêşkêş bikin û her wiha alîkariya civaka navdewletî bikin da ku rê li ber metirsiyên ku niha li hin deveran bi hinceta PKKyê pêk tên bigirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse