Rêveberiya Xweser derbarê bacên gumrikê yên bi Sûriyeyê re biryareke nû da

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bacên gumrikê yên bi herêmên din ên Sûriyeyê re betal kirin.

Hevserokatiya Meclisa Birêvebir a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hejmara 32yan biryarnameyek belav kir.

Li gorî biryanameyê bacên gumrikê yên di navbera herêmên Rêveberiya Xweseriya û herêmên din ên Sûriyeyê de, hatin betalkirin.

Di biryarnameyê de hate gotin ku ew bacên gumrikê, di demên berê de ji ber şert û mercên awarte û dorpêça ku hikûmeta Sûriyeyê li ser herêmê pêk anîbû, hatibûn danîn.

Rêveberiya Xweseriya ji sazî û dezgehên pêwendidar xwest vê biryarê pêk bînin.