Artêşa Tirkiyeyê û çekdaran êrişî gundên Girê Spî kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êriş Girê Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, bi çekên giran û topan êrişî gundên navçeya Girê Spî kir.

Li gorî agahiyên medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar îro serê sibehê dest bi topbarankirina herêma bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar gundê El Isêlimê yê navçeya Silûkê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Her wiha gundê El-Sûanê jî ku dikeve rojavayê bajarê Girê Spî jî bi çekên giran hatiye armanckirin.

Lê di derbarê zererên wan topbaranan de ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst