RIHA - Binpêkirinên li girtîgehan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke çend saziyan, li girtîgehên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji şiyanê zêdetir girtî hene û mafên wan tên binpêkirin.

Baroya Rihayê, Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê bi helkefta Hefteya Mafên Mirovan li ber Baroya Rihayê rapora binpêkirinên li girtîgehên wî bajarî eşkere kirin.

Hevseroka DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar, çalkavanên TJAyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan û hejmarek dayîkên aştiyê beşdarî civîna medyayê bûn.

Rapor ji aliyê Endamê Birêvebiriya Komeleya Mafên Mirovan Ahmet Ceylan ve hat xwendin.

“709 girtiyan canê xwe ji dest daye”

Ahmet Ceylan got:

“Li tevahiya Tirkiyayê 406 girtîgeh hene û şiyana wan a wergirtina girtiyan 299 hezar û 42 kes in lê di girtîgehan de 378 hezar û 657 kes hene.

Li Tirkiyeyê sala 2021an 32, sala 2022yan 22 û sala 2023yan jî 16 girtîgeh hatin çêkirin û hejmara girtiyan roj bi roj zêde dibe.

Bi taybetî avakirina girtîgehên Tîpa Y û Tîpa Syê yên ku girtiyên siyasî li wan tên girtin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan rû didin û avakirina girtîgehên bi ewlehiya bilind dibin sedema zêdebûna binpêkirinan.

Di van girtîgehan de ku li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û peymanên din ên navneteweyî ne, girtî di bin tecrîdê de tên girtin.

11 mehên dawî 709 girtiyan canê xwe ji dest daye.”

Li gorî raporê binpêkirinên li girtîgehên Rihayê bi vî awayî ne:

- Hat zanîn ku li girtîgehên Rihayê ji kapasîteyê (şiyan) zêdetir girtî hene.

“Mafên herî bingehîn ên girtiyan tên binpêkirin”

- Mafên herî bingehîn ên girtiyan ên tenduristî, xwarin, stargeh û ragihandinê bi awayekî cidî tên binpêkirin.

- Hat dîtin ku girtî ji şert û mercên jiyanê yên mirovî dûr tên girtin û azadiya ramanê, qedexeya şkenceyê û qedexekirina miameleya xirab bi berdewamî tên binpêkirin.

- Ji ber şert û mercên erdnîgarî û keşûhewayê yên girtîgehên ku girtî lê dimînin hat dîtin ku zivistanê pirsgirêka germkirinê û havînê jî pirsgirêka sarkirinê heye.

- Di encama biryarên Desteya Çavdêriyê ya Îdarî de ku yek ji binpêkirinên herî giran ên di salên dawî de li dijî mafên azadiya girtiyên siyasî ye, mafê girtiyan ê berdana bişert nayê qebûlkirin.

- Mafê girtiyan ê ragihandinê tê binpêkirin.

“Mafên jiyan û tenduristiyê tên binpêkirin”

- Di nav de nexweşên giran jî girtiyên nexweş ku divê dermankirina wan li derve bê berdewamkirin, mafê wan ê jiyanê, mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.

- Nedana nameyên girtiyan bi hinceta ku metirsî ne, rênedana pirtûk û kovarên hatine daxwazkirin û nebûna derfeta şopandina weşanên ku dixwazin, mafê wergirtina agahiyan û mafê azadiya derbirînê bin pê dike.

Ceylan di dawiya daxuyaniyê de got, divê Komîteya Rêlibergirtina Şkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Dadê, TIHEK û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê erkên xwe yên li dijî binpêkirina mafên mirovan bi cih bînin.