RIHA - 5 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye
Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyonekê de ku navenda wê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bû, 5 kes bi hinceta “peydakirina çavkaniyên darayî ji bo PKK-KCK/PYD-YPGyê” hatin girtin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, doh bi Fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, li parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Stenbol û Kirşehîrê yên Tirkiyeyê operasyonek da destpêkirin.
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de li her çar parêzgehan bi ser çend navnîşanan de girt.
5 kes bi hinceta “peydarkirina çavkaniyên darayî ji bo PKK-KCK/PYD-YPGyê” hatin desteserkirin.
Tîmên ewlehiyê kesên ku hatin desteserkirin birin birêvebiriyên ewlehiyê.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.