Qubad Talebanî: Divê Kurd piştî hilbijartinê ji bo herêmên Kurdistanî bi hev re kar bikin

18-12-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Qubad Talebanî Kerkûk Hilbijartin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku Kurd li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi awayekî berfireh beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bûne.

Talebanî got, “Her çiqas nakokî di navbera wan de hebin jî, divê partiyên Kurd piştî hilbijartinan ji bo herêmên Kurdistanî bi hev re kar bikin.”

Li 13 parêzgehên Îraqê û parêzgehên Mûsil û Kerkûkê yên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xel diçe ser sindoqan.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bultena taybet a hilbijartinê ya Rûdawê bû.

Qubad Talebanî diyar kir ku ew bi hilbijêrên navçeyên Xaneqîn û Kelarê re hilbijartinan ji nêz ve dişopînin.

Talebanî got, “Ez ji bo ku dengdêran teşwîq bikim ku deng bidin hatibûm lê min dît ku pêwîstiya wan bi vê yekê nîne.

Li vir coş û beşdarbûna gel di asteke pir baş de ye.”

Talebanî diyar kir ku ew li bendê ne ku beşdariya hilbijartinê zêde be û wiha pê de çû:

“Tabloya ku min heya niha dîtiye bi rastî jî cihê hêviyê ye. Ez wisa difikirim ku raya giştî vê xetere fêm kiriye.

Ew dizanin ku ev hilbijartin ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdistanê jiyanî û hestiyar e.”

Talebanî got, “Em dê vê qonaxê derbas bikin û bi ser bikevin.”

Herwiha Talebanî tekez ku Kurdên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî dê dîsa di rêveberiya herêmî de bibin xwedî gotin.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî wiha berdewam kir:

“Her çiqas di navbera wan de nakokî hebin jî, divê partiyên Kurd piştî hilbijartinê ji bo herêmên Kurdistanî bi hev re kar bikin.

Di vê pêvajoyê de tu kes ji me nikare bê hestiyar tevbigere.

Eger Kurd li van herêman bi hêz bin, dê li Bexdayê jî bi hêz bin. Ez texmîn dikim ku encam dê pir baş bin.”

Kubad Talebanî da zanîn ku ew li Kelar û Xaneqînê bi welatiyan re axivîne û derbarê proseya hilbijartinan de ti gilî û gazin li wan nehatiye kirin.

Kurdên li Kerkûkê di sala 2005an de bi "Lîsteya Biratî" ya bi serkêşiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehê bûn û ji 41 kursiyan 26 kursî bi dest xistibûn û parêzgarê Kerkûkê hilbijartibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst