Li Wanê 106 koçber hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdsitanê 106 koçber hatin girtin û derbarê 13 gumanbaran bi tohmeta karê qaçaxçîtiyê lêpirsîn hat despêkirin.
Parêzgariya Wanê ragihand ku di encama oparasyona li dijî derbasbûna koçberan de, ji 11ê Kanûna Pêşînê heta 17ê Kanûna Pêşînê 106 koçber hatin girtin.
Li gorî daxuyaniyê bi tohmeta karê qaçaxçîtiya koçberan derbarê 13 kesan lêpirsîn hat despêkirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya îro di gotûbêjên budceya 2024an de axivî û got:
“Li Tirkiyeyê 4 milyon û 613 hezar û 984 koçber hene. Herwiha 47 hezar û 466 koçberên hatine girtin û niha ji bo vegerandinê ew li navendên paşdevegrandinê tên ragirtin.”