Li Wanê 106 koçber hatin girtin

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdsitanê 106 koçber hatin girtin û derbarê 13 gumanbaran bi tohmeta karê qaçaxçîtiyê lêpirsîn hat despêkirin.

Parêzgariya Wanê ragihand  ku di encama oparasyona li dijî derbasbûna koçberan de, ji 11ê Kanûna Pêşînê heta 17ê Kanûna Pêşînê 106 koçber hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê bi tohmeta karê qaçaxçîtiya koçberan derbarê 13 kesan lêpirsîn hat despêkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya îro di gotûbêjên budceya 2024an de axivî û got:

“Li Tirkiyeyê 4 milyon û 613 hezar û 984 koçber hene. Herwiha 47 hezar û 466 koçberên hatine girtin û niha ji bo vegerandinê ew li navendên paşdevegrandinê tên ragirtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst