Mîrê Kurdên Êzidî: Dengê xwe bidin da ku Kurdistanê biparêzin

18-12-2023
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg / Wêne: Rûdaw
Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Dayê Meyan Bang Beşdarî Şingal Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg got, “Ev hilbijartin ji bo Êzidiyan gelekî girîng in, herin Deng bidin berbijêrên xwe da ku Şingal, Şêxan û Kurdistanê biparêzin.”

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg dengê xwe li Şêxanê da û ji rojnamegeran re axivî.

“Dengê xwe bidin da ku Kurdistanê biparêzin”

 Mîr Hazim Tehsîn Beg bangî Kurdî Êzidî kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û berdewam kir:

“Îro ji bo êzidiyan rojeke gelekî girîng e, em dixwazin Êzidî herin ser sindoqan.

Herin ser sindoqan û dengê xwe bidin nûnerên ku hûn dixwazin.

Li gorî agahiyên me ji sedî 80yê Kurdên Êzidî li parêzgeha Mûsilê dijîn.

Bi me xweş e em herin dengê xwe bidin da ku Şingal, Şêxan, Elqûş, Deşta Nînowayê û Kurdistanê biparêzin.”

Mîrê Kurdên Êzidî destnîşan kir ku di hilbijartinan de li ber Kurdên Êzidî hinek astengî çêbûne lê ne gelekî mezin in.

Mîr Hazim Tehsîn Beg bal kişand ser “Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Kurdistanê” û da zanîn ku divê xelkê van herêman beşdarî hilbijartinan bibe.

“Kî ji kê çêtir be bila dengê xwe bidin wan”

Dayê Meyana hevjîna Mîrê Kurdên Êzidî jî bangî jinan kir û got:

“Em dixwazim hemû miletê me bi taybetî jî jinên Êzidî herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Bila dengê xwe bidin wan berbijêrên ku dê mafên wan biparêzin.

Kî ji kê çêtir be bila dengê xwe bidin wan da ku dengên me ji hev belav nebin.”

Dayê Meyanê amaje pê kir ku rêjeya beşdariyê baş e û pê de çû:

“Ez dixwazim ku xelkê li herêmên di çarçoveya Madeya 140î de here ser sindoqan.

Ji bo Îraq, bi taybetî jî Kurdistan bibe warê pêkvejiyanê û em bigihin mafên xwe herin dengê xwe bidin.”

Hilbijartinên parêzgehan

Îro demjimêr 7:00an hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê dest pê kir.

Hilbijartin li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê tên kirin.

Piştî sala 2005an ev cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê tên kirin.

Nêzîkî 6 hezar berbijêran ji bo 285 kursiyan rikaberiyê dikin û mafê dengdanê yê 15 milyon û 108 hezar û 135 kesan heye.

Li hezar 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatine dayîn û dê xelk heta saet 18:00an karibe dengê xwe bide.

Bi rêya van hilbijartinan parêzgar tên hilbijartin, rêveberiyên parezgehan tên kontrolkirin û budceya ku ji bo projeyan tê veqetandin tê pesendkirin.

Li 15 parêzgehan ji bo 285 kursiyan hilbijartin tên kirin.

75 kursî kotaya jinan in, herwiha 10 kursî jî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Saîbeya Mendaîyan hatine veqetandin.

38 hevpeymanî û 28 partî beşdarî hilbijartinan dibin. Bi tevahî 5 hezar û 904 berbijêr hene ku 70 ji wan serbixwe ne.

Hilbijartin dê bi rêya 206 hezar û 438 karmend û 111 hezar û 714 kamerayan werin kontrolkirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Îraqê ragihand ku dê îro demjimêr 06:00an sindoq werin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst