HESEKÊ - Xelk ava tankeran dikire: Nexweşî belav bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku Tirkiye ava stasyona Elokê qut dike ve xelk neçar e ava tankeran bikire.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li Hesekê ji ber ku ava wêstgeha Elokê yê li Serê Kaniyê ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye tê qutkirin, xelk ava tankeran bi pereyekî zêde giran dikire, niha 5 bermîlên avê bi 25 hezar lîreyên Sûrî ne.

Di encamê de jî nexweşiyên wekî zikçûnê û îltihaba kezebê li nav zarokan û pîr û kalan belav bûne.

Piştî dagirkirina Serê Kaniyê av tê qutkirin

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê Çiriya Pêşîna 2019an bajarê Serê Kaniyê dagir kir.

Wan wê demê ava wêstgeha Elokê ji ser nêzîkî milyonek kesên li Hesekê û derdorê qut kir.

Rêveberiya Xweser, bi hevahengiya bi Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û UNICEFê re zext li Tirkiyeyê kir ku di çar salên borî de carinan avê bişîne lê heta niha zêdetirî 50 caran ava Elokê bi mehan qutkirî maye.