Leşkeran êrişî cotkaran kir: ‘Ev Kurd in li wan bixin!’

18-12-2023
Gundê Topzawayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Gundê Topzawayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Kurd Cotkar Topzawa Leşkerên Îraqê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerên Îraqê li Gundê Topzawayê yê Kerkûkê êrişî cotkarên Kurd kir.

Li gorî gotinên gundiyan, leşkeran gotiye, “Ev Kurd in li wan bixin” û êrişî xelkê gund kiriye.

Artêşa Îraqê dixwaze di nav zeviyên Kurdan ên bitapo de rêyeke nû çêbike.

Gundiyan rê neda ku rê di nav erdên wan re derbas bibe û rêya leşkeran girt.

Wekî ku di destpêka dîmenan de jî xuya dike, nêzîkî 100 leşkerî li Topzawayê bi ser çend malên Kurdan de girt.

Leşker êrişî gundiyan kir û bi dar û qundaxên tivingan li wan xist.

“Ev Kurd in li wan bixin”

Berzan Nazimê ku şêniyekî Topzawayê ye got:

“Leşkeran gundî civandin û wan ji xelkê re got, ‘Otomobîlên xwe bidin alî çimkî dê mekîneyên kar rê vekin.’

Derdora 100 leşkerî hebûn, fermanderekî wan digot, ‘Ev Kurd in li wan bixin.’

Tevên leşkeran êrişî me kir û wan bi dar û tivingan li me da. Çekên wan hebûn, em li hewşên xwe bûn û me tiştek nekiribû.”

Zeviyên ku artêşa Îraqê dixwaze li ser wan rêyekê çêbike zêviyên Kurdekî bi navê Nazim Mehmûd in.

Ji ber ku ew vê biryarê qebûl nake leşkerên Îraqê beriya niha bi çend rojan ew desteser kiribû, paşê bi kefaletê hatibû berdan.

Gundî dibêjin armanca leşkeran ew e ku dest deynin ser tevên zeviyên van.

Nazim Mehmûdê ku xwediyê zeviyê ye wiha axivî:

“Hema ez û zarokên xwe hatin, ew li vê derê bûn. Em diaxivîn, wan jî agir dikir.

Ji nişka ve 100 leşker hatin, em dan ber dehfan. Wan bi awayekî dijwar êrişî me kir û li me xist.”

“Pêdivî bi rêyeke din nîne”

Gundî, piştî van bûyeran bi fermandarê leşkerî re civiyan û çêkirina rêyê hat taloqkirin.

Nûnerê Topzawayê Satih Nasih, “Wan ji me xwest em ji bo rêyê cihekî alternatîv peyda bikin. Me ji go ku jixwe sisê rêyên baregeha leşkerî hene û pêdivî bi rêyeke din nîne.

Wan xebat bi awayekî demkî rawestandin lê dê dîsa dest pê bikin.”

Artêşa Îraqê dixwaze di nava 3 salan de li gundên Topzawa, Yayçî û Terkelanê li ser zeviyên Kurdan 3 avahiyên leşkerî û 380 avahiyên din lê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst