Kurdên ku vedigerin rûbirûyî zordariya çekdarên girêdayî Tirkiyeyê dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Kurd ên vedigerin bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî zextên Artêşa Niştimanî ya Sûryeyê ya girêdayî Tirkiyeyê dibin.

Li gorî agahiyan, di navbera 3 mehan de herî kêm 39 welatiyên ku vegeriyane ji aliyê van hêzan ve hatine girtin.

Herwiha grûpên çekdar ji bo berdana welatiyan jî fîdyeyê dixwazin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Bakurê Sûriyeyê derbarê zilm û zardariya ku li koçber û gelê Efrînê tê kirin daxuyanî da.

Li gorî navendê, koçberên ku vedigerin mal û milkên xwe rûbirûyî zextên Artêşa Niştimanî ya Sûryeyê ya girêdayî Tirkiyeyê tên.

Herwiha hat ragihandin ku di navbera Tebax û Çiriya Pêşîn de, herî kêm 39 welatiyên ku vegeriyane an jî bi zorê hatine vegerandin ji aliyê grûpên çekdar ve hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê ji sedî 90ê kesên ku vedigerin rûbirûyî van zilm û zordariyan dibin.

Dagirkirina Efrînê

Di 18ê Adara 2018an de herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hat dagîrkirin.

Ji wê demê ve zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan zêdetirî 400 hezar malbatên Ereb û Tirkmenên hawirde hatine bicihkirin.

Dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê Çiriya Pêşîna 2019an di encama êrişeke artêşa Tirkiyeyê de ku navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hat derxistin û hatin dagirkirin.

Ji wê roja ku Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û heta niha, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.