Komîsyon: Hejmara dengên Kerkûkê 813 hezar derbas kir

18-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Kerkûk Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê ragihand ku hejmara dengên li parêzgeha Kerkûkê hatine bikaranîn ji 813 hezaran derbas bûye.

Îro demjimêr 7:00an hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Hilbijartin li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê hatin kirin ku piştî sala 2005an ev cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê tên kirin.

Li hezar 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoq hatin danîn û xelk heta saet 18:00an dengê xwe dan.

Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Dadwer Husên Ebid El Seadî di civîneke rojnamevanî de ragihand ku proseya dengdayînê li Kerkûkê bi serkeftî bûye.

Husên Ebid El Seadî diyar kir ku li wî bajarê Başûrê Kurdistanê 1890 navendên dengdayînê hatin û ji bo pêvajoya dengdayînê jî 318 ofîs hatin vekirin.

Wî Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê got:

“Li parêzgeha Kerkûkê 813 hezar û 590 deng hatin bikaranîn. Berbijêr ji kursiyê ku Mesihiyan hatiye veqetandin ji bo 15 kursiyan hevrikiyê dikin. Di pêvajoya dengdayînê de ti pirsgirêk çênebûne û deng ji Bexdayê re hatine şandin.”

Roja Şemiya borî dengdana taybet ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraqê bi rê ve çû û hêzên ewlehiyê û koçberan dengê xwe dan.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê pêştir ji Rûdawê re gotibû, ew pêşbînî dikin rêjeya beşdariya hilbijartinên encumenên parêzgehan li seranserê Îraqê bigihêje ji sedî 60î.

Hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê cara dawiyê di sala 2013an de hatibûn lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst