AMED – Li dijî ‘Şêxê’ bi pereyan nivişt çêdikirin doz hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo A.A.yê ku xwe wekî ‘Şêx’ dide nasîn doz hate vekirin.

Li gorî agahiyan xaniyê A.A. bi dîwarên bilind, têl û kamerayan tê parastin.

A.A li vê mala xwe ji bo mişteriyên xwe bi 500 lîreyên Tirkî niviştî çêdikir.

A.A bi tohmeta ku di ber berjewendiyên xwe yên maddî de niviştiyan çêdike hatibû desteserkirin.

Piştî îfadeyê ew bi şertê kontrola adlî hatibû berdan.

Li gorî nûçeya Sozcuyê, Serodzgeriya Komarê ya Amedê derbarê A.A. bi tawana sextekariyê lêpirîn da destpêkirin.

Hat zanîn ku li ser navê ‘Şêx’ 2 otomobîlên biha giran hene.

A.A. diyar kir ku otomobîlekê ew û ya din jî kurê wî bi kar tîne û û di îfadeya xwe de got:

“Ez ji nîjada Ehlî Beytê me. Malbata me Seyîd in. Ez bê pere diayan dinivîsim.”

Piştî ku bûyerê li ser medyaya civakî û medyaya navneteweyî deng veda, hat zanîn ku li mala A.A. lêgerîn hatiye kirin.

Di lêgerînê de 96 niviştî hatin dîtin.

Herwiha hêzên ewlehiyê dest danîn ser 23 pênûsên ku ji bo nivîsîna niviştiyan tê bikaranîn, 3 niviştiyên hatine pêçan, 4 kaşeyên bi nivîsa Erebî, 30 fîşên randevuyê, kamerayeke dîmen girtinê û telefona A.A.