Polîsê Kerkûkê: Hêzên çekdar nikarin bikevin nava bajêr

18-12-2023
Nîşan Kerkûk Hilbijartin Hêzên Çekdar Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Ragihandinê yê Polîsê Kerkûkê Sabîr Mihememed da zanîn ku îro hêzên çekdar nikarin bikevin Kerkûkê.

Îro demjimêr 7:00an hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê dest pê kir.

Li Îraqê piştî hilbijartinên 2013an ev cara ewil e hilbijartinên encûmenên parêzgehan tên kirin.

Hilbijartin dê li 14 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê bên kirin.

Piştî sala 2005an ev cara ewil e ev hilbijartin li Kekûkê tên kirin û hêzên ewlehiyê li bajêr tedbîrên pêwîst werdigirin.

Otomobîl nikarin nêzîkî navendên dengdanê bibin

Rêveberê Ragihandinê yê Polîsê Kerkûkê Sabîr Mihememed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê çûn û hatina li nava bajêr asayî be lê otomobîl dê nikaribin nêzîkî navendên dengdanê bibin.

Hêzên çekdar nikarin bikevin bajêr

Sabîr Mihememed li ser qedexeyên li bajêr got:

“Çûn û hatin ji bo welatiyan asayî ye, tenê otomobîl dê nikaribin nêzîkî navendên dengdanê bibin. Herwiha hêzên çekdar nikarin ji derveyî bajêr bên nava bajêr.”

Di hilbijartinên îro de nêzîkî 6 hezar berbijêran ji bo 285 kursiyan rikaberiyê dikin û mafê dengdanê yê 15 milyon û 108 hezar û 135 kesan heye.

75 kursî kotaya jinan in, herwiha 10 kursî jî ji bo pêkhateyên Xiristiyan, Kurdên Şebek, Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Saîbeya Mendaîyan hatine veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst