HAT NÛKIRIN - Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Meclîsê û Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp piştî ku berî du rojan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve li Duhokê hat desteserkirin îro hat berdan.

Endamê Meclîsê, Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp û Parêzer Hişyar Ozalp û hevalekî xwe yê ku roja Înê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li Duhokê ji ber “civîna di herêma şer de” hatibûne desteserkirin û îro Yekşemê piştî îfadeyê hatin berdan.

Li gor zanyariyên Rûdawê Parêzer Hişyar Ozalp demek e ji bo ku welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku ji ber şerê Tirkiyê û PKKê zirar gihîştiye mal û milkên wan ji aliyê Tirkiyê ve werin qerebûkirin di nava hewldanekê de bû.

Hat diyarkirin, gundiyên ku dixwestin werine qerebûkirin û zanyariyên zêdetir werbigirin Hişyar Ozalp gazî gundê xwe yên ku di nava qada şerê Tirkiyê û PKKê de maye dikin. Ji ber ku ew gund di nav herêma şer de ye û “civîna bê destûr a di nav herêma şer de” ji ber ewlehiyê qedexe ye, ew û hevalê xwe yê bi navê Mistefa Aslan têne desteserkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Endamê Meclîsê, Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp û Mistefa Aslan bi ti tawanan nehatine tohmetbarkirin, desteserkirina wan ji ber sedemên ewlehiyê bûye.

PDK-Bakur jî duh Şemiyê di hesabê xwe yê Twitterê de desteserkirina endamê meclîsa xwe Hişyar Ozalp û “dilsozê” partiya xwe Mistefa Aslan ragihandibû.