Mêrdînî daxwaza başkirina rewşa aborî dikin

Mêrdîn (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan piştî 3 salan li bajarê Mêrdînê mitîngek li dar xist. Xelkê Mêrdînê di mîtîngê de daxwaza başkirina rewşa aboriyê kirin.

Di serî de Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu, gelek wezîr, parlamenter û rêveberên AK Partiyê jî di mitîngê de amade bûn.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di mitîngê de rexneyên giran li maseya 6 qolî girt û got wan ji bo Mêrdînê di 20 salan de bi qasî 17 milyar lîreyê Tirk projeyên cur bi cur çêkirine. Erdogan paşê gotin anî ser cezakirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku 2 sal û 7 meh û 15 rojan cezayê zindanê xwaribû.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan got “Eger di biryara dadgehê de kêmasiyek û şaşiyek hebe, jixwe dê li wan deran dikarin guhertinên pêwist bikin. Li vir çelixwariya esasî ev e; dixwazin pêvajoya derbarê darazê de li maseya 6 qolî bikin mezeya rikaberiya siyasî ya navbera xwe de. Dixwazin me jî bikin perçeyek van dek û dolaban. Bila li min bibirin; me di nava van dek û dolaban de cih negirtiye û em ê cih negirin jî.”

Gelek hezkiriyên Erdogan ên kurd û ereb jî tevli mitîngê bûn. Beşek ji wan penaberên Rojava û Sûriyê bûn. Her yek daxwaza wan a ji Erdogan cudatir bû.

Daxwazên beşdarên mitîngê:

Beşdara mitîngê got “Riya taxa min xirabe ye. Dixwazim wê riyê çêkin”

Beşdara mitîngê dibêje “Bila heqê Kurdan jî bibe weke yê Tirkan.

Beşdara mitîngê diyar kir “Înşela hinek erzan bike ser milet.”

Penabera Rojava ragihand “Em ên Sûriyê li vê derê pir ji te hez dikin. Em dixwazin tu me bikî welatî.”

Penabera Rojava anî ziman “Em dixwazin nasnameya welatîbûnê bide me. Li ser serê me û ser çavên me hatiye.”

Beşdara mitîngê desnîşan kir “Ez çi dixwazim? Saxiya canê wî dixwazim.”

Beşdara mitîngê got “Ez ji bo kursa Quranê kadroya fexrî dixwazim.”

Beşdara mitîngê dibêje “Ez li Îşkurê kar dikim. Bila karê me bikin daîmî.”

Beşdara mitîngê ragihand “Ji bo xwendekaran bila alîkarî bike. Me hemûyan zanîngeh xwendine û em hemû betal in.”

Bi serdana Erdogan re bi awayeke fermî gelek projeyên qediyane hatin nasandin. Di nava wan de projeyên xaza xwezayî ya li Mehsertê û riyên bejayî yên navbera Mêrdîn, navçe û bajarên din de jî hebû.