Li Kerkûkê ji bo Roja Alaya Kurdistanê ti çalakî nehatine kirin!

Hewlêr (Rûdaw) - Di Roja Alaya Kurdistanê de alayeke bi dirêjahiya 103 metre û pahniya 20 metre li Empire Tower a Hewlêrê ve hat daliqandin. Ala wê sê rojan li ser avahiya herî bilind a projeyê bimîne. Ala ji aliyê kompanyayeke navxwe ve hat çêkirin û îsal a herî dirêj bû û li gelek bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê Roja Alaya Kurdistanê bi merasîman hate pîrozkirin lê li Kerkûkê ti çalakî nehatine kirin.

Her wiha li Hewlêrê çend rêxistinan alayeke bi dirêjahiya 63 metre û bi pahniya 13 metreyan çêkiribûn û ji aliyê 120 Pêşmergeyên Zêrevanî ve ala birin ser Keleha Hewlêrê û li ser kelehê jî pîrozbahiyek ji bo Roja Alaya Kurdistanê hat lidarxistin. Tîma Firokevaniya Hewlêrê jî li esmên bi alayan performansek kirin.

Li Koyeyê li ser gora nivîskarê sirûda neteweyî ya Kurdistanê Yûnis Reûf (Dildar) du zarokên şehîdan Alaya Kurdistanê bilind kirin.

Li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ji bo Roja Alaya Kurdistanê ti çalakî nehatin lidarxistin lê li Xaneqînê alayeke 10 metreyî di nav bazara bajêr de hat gerandin.

Di sala 1999an de Parlamentoya Kurdistanê yasaya Alaya Kurdistanê derxist û di sala 2004an de biryar da ku roja 17ê Berfanbarê wek Roja Alaya Kurdistanê were diyarkirin ku vedigere Berfanbara sala 1945an û roja bilindkirina Alaya Kurdistanê li Komara Kurdistanê.

Alaya Kurdistanê herî dirêj ku heta niha hatiye çêkirin, ew ala bû ku dirêjiya wê nêzîkî 5 kîlometran bû û roja 22ê Îlona 2017an li karnavala piştevaniya referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê hatibû daliqandin, ew ala ji aliyê çend çalakvan û xortên xwebexş ve hatibû çêkirin.