Zarokê 16 salî yê Kurd telefon pê de teqiya û canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê Îdareya Germiyanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve telefona destî (mobayl) bi nûciwanekî 16 salî de teqiya û di encamê de piraniya laşê wî zarokî şewitî û ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Bûyer şeva bihorî li gundê Îsa yê ser bi bajarokê Bawenûr a Germiyanê ve çê bûye û li gor agahiyan, kesê ku mobayl pê de teqiyaye nûciwanekî 16 salî yê bi navê Wisam Elî Mihemed bûye.

Li gor zanyariyan, dema ew nûciwan bi şev di xew de bûye, mobayla wî teqiyaye û di encamê de beşeke zêde ji laşê wî şewitiye.

Cihangîr Mihemed, kurapê Wisa Elî Mihemed ji Rûdawê re ragihand, “mobayla wî ji corê Iphone bû û di bin serê wî de bûye, lê demjimêr 02:00 şev dema ku di xew de bûye, bi wî de teqiyaye û laşê wî şewitandiye.”

Bi gotina Cihangîr Mihemed, ji bo dermankirinê Wisamê 16 salî rakirine nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê, lê ji ber giraniya birînan, îro di demjimêr 12:00 de canê xwe ji dest da.